22 Mijdar 2015•Rojanekirin: 23 Mijdar 2015
ANKARA
Serokatiya Sererkaniyê daxuyand ku li Şemdînliya navçeya Hekariyê şikeft, sitargeh û cihên ku endamên rêxistina terorê lê dimînin û bi kar tînin bi operasyona hewayê hatin xirabkirin.
Li gorî daxuyaniyekê li malpera fermî ya Serokatiya Sererkaniyê, "Li navçeya Şemdînliyê ya Hakkariyê çend şikeft, ziving û sitargehên ku endamên rêxistina terorê bi kar dianîn hatin tesbîtkirin. Ev hedefên terorîstan duh bi operasyoneke esmanî hatin jinavbirin. Herwiha li Hekariyê 2 terorîst bi çek û muhimatên xwe ve hatin girtin."
Bi operasyoneke li navçeya Licê ya Diyarbekirê jî, hejmarek teqemenî ku ji aliyê endamên rêxistina terorê ve hatibûn danîn hate jinavbirin. Di sê zivingên cuda da jî 4 tivingên keleşnikof û 200 gulleyên wan çekan, roketavêjeke RPG-7, 27 muhimatên patriyotê, şarjoreke tivinga keleşnîkofê, 2 dûrbînên şevbîn, 2 kon, 11 tupên gazê yên ku bi mebesta teqemeniyê hatine amadekirin, 150 gram esrar, gelek xwarin, cil, û pêdawistiyên jiyanê hatin desteserkirin.