20 Hezîran 2017•Rojanekirin: 21 Hezîran 2017
DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê di çarçoveya "Operasyona Yekeyên Hevgirtî ya Cendirmeyê Şehîd Yuzbaşi Fuat Oguzcan a Bayrak-54"an a li dijî PKKya rêxistina terorê tê birêvebirin de, stargeheke sêqatî hat tespîtkirin.
Li gor daxuyaniya ku walîtiyê belav kir, ji bo berterefkirina terorîstên PKKyî, peywendiya navbera terorîst û tacIrên hişbirê derxin holê, ji bo hevkarên terorê û bersûcên der heqê wan de biryara lêgerînê heye bên qefaltin, li 6 navçeyan qadeke ku ji hezar û 528 kîlometreyan pêk tê di 28ê gulanê de "Operasyona Yekeyên Hevpar ên Cendirmeyê yê Şehîd Yuzbaşi Fuat Oguzcan Bayrak-54"an dan destpêkirin. Operasyona ku 7 hezar û 742 personelên hêzên ewlekariyê beşdar bûn berdewam dike.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku duh li mezraya ser gundê Tureliya Licê li 2 ciyên cuda, di navbera komeke terorîst û hêzên ewlekariyê de şer çêbû. Hat gotin ku di çarçoveya operasyonê de li gundê Baglanê û dorbera wê lêgerîn hat kirin, di lêgerînê de kalaşnîkof, 2 şarjor û 15 gule hatin desteserkirin.
Di daxuyaniyê de hat îfadekirin ku di êrîşa dijî terorê ya li nêzî gundê Yolçatiya ser Licê de eskerek birîndar bû, eskerê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyûbî. Tevî hemî mudaxaleyan eskerê birîndar şehîd ket. Hat bibîrxistin ku 2 xebatkarên ewlekariyê jî bi sivikî birîndar bûn.