03 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 04 Cotmeh 2015
Di dema êrîşa terorê ya li Beytuşebaba navçeya Şirnexê di Cejna Qurbanê de hat kirin, 2 esker cangorî bûn, 3 sivîl û ajokarekî ambûlansê mir de mensûbên PKKyê li navçeyê bûn sedema tehrîbateke mezin.
Wêneyan tehrîbata êrîşa terorê ya li Beytuşebabê derxistin holê.
Bi êrîşên ku hatin kirin de terorîstan guh nedan jiyana welatiyan, digel Navenda Tenduristiyê ya Civakê ya Beytuşebabê avahiyên kamûyê û lojman jî kirin hedef. Di encama êrîşên terorîstan de hat hînbûn ku di hin mizgeft qismî şewitîn û xisar dîtin.
Li Beytuşebaba navçeya Şirnexê şeva 24ê îlonê mensûbên rêxistina terorê ya dabeşker êrîşê hêzên ewlehiyê kiribûn, 2 esker cangorî bibûn, 3 sivîl miribûn, 11 polês, gundparêzekî berwext û 5 leşker jî birîndar bibûn.
Ji bo ku birîndaran bigihînin nexweşxaneyê ambûlans sewqî herêmê kiribûn, terorîstan bi çekên lûledirêj êrîşê ambûlansê jî kiribûn û di êrîşê de ajokarê ambûlansê miribû.
Li navçeyê di operasyonên ku ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin kirin de 56 terorîst hatibûn kuştin.