18 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 18 Cotmeh 2017
DIYARBAKIR
Li Silîvana navçeya Diyarbekirê teqemeniya ku terorîstên PKKyî bi 100 kîlo amonyum nîtratê va çêkiribûn û xistibûn binê rê hat îmhakirin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat diyarkirin ku ekîbên Fermandariya Cendirmeyên Bajêr di çarçoveya têkoşîna dijî terorê da do di saet 16.00an da derketin teqîbata teqemeniyê, li ser rêya Çîxdemlî û Taşpinara gundên Silîvanê teqemeniya ku bi 100 kîlo amonyum nîtratê va di 2 tupên mezin da hatibû çêkirin hat tesbîtkirin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku li gor telîmata dozgeriya Komarê teqemenî hat îmhakirin.
Wek mayîn hat diyarkirin ku di operasyona li Keşkuvariya goma Yalimliya gundê Liceyê ya 17-18ê cotmehê da 2 kesên ku bi hinceta "endamtiya rêxistina terorî ya çekdar" û "bazirganiya hişbirê" li wan dihatin gerandin hatin derdestkirin. Hat ragihandin ku ji bo pêkanîna ewlehiya can û malên gel operasyonê bênavber dewam bikin.