18 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 19 Cotmeh 2017
ÎSTANBUL
Li Stenbolê di operasyona dijî PKK/KCKya rêxistina terorê da 10 kes hatin binçavkirin.
Li gor agahiya ku hat hildan, ekîbên Midûriya Şaxa Têkoşîna Terorê ya Midûriya Emniyeta Stenbolê li dijî kesên ku di nav şaxa ciwanan a PKK/KCKya rêxistina terorê da cih digre û dixebite ku di paşerojê da çalakiyan bike û kesên ku di şaxa ciwanan da wek berpirsyar in û ji bo çiyê elemanan dibîne; li malên ku lê dimînin operasyon hat kirin.
Ji navnîşanan yek jê li dervayî bajêr e û 18 navnîşan jî li navçeyên Avcilar, Bagcilar, Esenyurt û Gungorenê ne û polêsan di heman demê da operasyon kir û 10 gumanbar hatin girtin.
Di malan da gelek dokumanên rêxistinî û alavên dîjîtal hatin bidestxistin.
Bersûcên ku hatin binçavkirin li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Hasekiyê hatin kontrolkirin û birin Midûriya Emniyeta Stenbolê.