Wezîrê Tenduristiyê Mehmet Muezzînoglu diyar kir ku di êrîşên terorê de xebatkarên tenduristiyê tên tehdîtkirin, bi zora çekan tên revandin û dixwazin ku dest bidin ser amûrên tibbî.
Muezzînoglu cara ewil ji AAyê ra qala meseleyên ku di bûyerên terorê de tên serê xebatkarên tenduristiyê kir.
Muezzînoglu destnîşan kir ku êrîşên terorê pêşşî li xizmetên tenduristiyê dibirin û bal kişand ku terorîst xebatkaran tehdît dikin. Muezzînoglu got ji bo ku di xizmetên tenduristiyê de asteng dernekevin hemû xebatkar fedakarane dixebitin, mafê her kesiye ku ji xizmeta tenduristiyê îtifade bike, ji bo vê jî bi tu hincetî nikarin pêşî lê bê birîn.
Muezzînoglu got ku terorîstan di 7ê îlonê de li Cizîra navçeya Şirnexê pêşiya ekîba ku nexweş biribû Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyê û vedigeriya birîn û wiha pê de çû: "Terorîstan îdia kirine ku ambûlans û xebatkarên 112ê bi tenê xizmetê didin leşker û polêsan û midaxeleyî nexweşên wan nakin. Terorîstan diyar kirin ku ji vê şûnda ambûlans jî di nav hedefê de ne û xwestine ku dest bidin ser amûran."
- "Deriyê odeyê di ser ekîba tenduristiyê de kilît kirine û birîndar dane dermankirin"
Muezzînoglu desnîşan kir ku terorîstan li Şirnexê di 5ê îlonê da pêşiya ambûlasê birîn û der barê bûyerê da wiha axivî:
"Ekîb ji ambûlansê peya kirine û bi zora çekan birine mala ku dijîn lê nexweşên birîndar hene. Deriyê odeyê di ser ekîbê de kilît kirine û birîndar dane dermankirin. Ekîbê ji wan re gotiye ku rewşa birîndar giran e û dibê rakin nexweşxaneyê. Terorîstan gotine ku 'der heqê xortê 17 salî de biryara girtinê heye ji ber vê yekê nikarin bibin nexweşxaneyê, heke birîndar bê girtin jî berpirsiyarê wê ekîba tenduristiyê ye' û ekîb tehdît kirine. Terorîstan wêneya xebatkarên tenduristiyê, ajokarê ambûlansê kişandine û gotine heke xort bê girtin ew ê xebatkaran bikujin. Rewşa xort zehf giran bûye li ser vê malbat hatiye îqnakirin.
Di 24ê tîrmehê da li Tekmana navçeya Erziromê ji bo jineke ducanî gazî ekîbê kirine. Qasî 2 saetan şûnda ji Qereqola Fermandariya Cendirmeyên Qirikxanê têlefon dikin ku ekîb di destê kesên çektar hatiye revandin. Koma ku ji 4 kesan pêk tê nasnameya xebatkarên ekîbê kontrol dikin, eqrebeyê nexweşê serbest berdidin. Ekîba me ya revandibûn jî hetanî saet 04.00ê destê sibê digerînin û paşê serbest berdidin."
Wezîr Muezzînoglu diyar kir ku li Bîngolê jî îxbar tê Navenda Kontrol û Komutayê ya Ecil a 112ê û li ser vê ekîb diçe gundê Axaçyoluyê û terorîstên çekdar ekîbê direvînin û wiha axivî: "Ekîba me ya ku di nav de jineke ducanî jî hebû bi zora çekan birin û terorîsta jin a birîndar dan dermankirin û paşê serbest berdan."