Li Wêranşehra navçeya Şanliûrfayê di operasyonên li dijî şaxa ciwanan a PKKya rêxistina terorê de 17 kes hatin binçavkirin.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Bajêr di operasyonên li dijî YDG/Ha şaxa ciwanan a PKKyê da di heman demê da operasyon birin ser 32 navnîşanan.
Di operasyonan de 17 kes hatin binçaevkirin. Di lêgerînên li navnîşanên kesên şikbar da gelek debançe û dokumanên rêxistinê hatin girtin.
Şikbar piştî ku ji kontrola tenduristiyê hatin derbaskirin ji bo îfadehildanê birin ewlekariyê.