26 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 27 Rêbendan 2018
AZEZ
Di dema geşta herêma Ezaza girêdayî Helebê ya ku ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Çapemenî Weşan û Enformasyon (BYEGM)ê ve ji bo saziyên biyanî yên çapemeniyê yên ku Operasyona Çiqlê Zeytûnê dişopandin hat sazkirin, mensûbên PYD/PKKya rêxistina terorê gulebarîna tacîzê kir.
Li ser daxwaza saziyên çapemeniyê yên biyanî li Ezez û derdora wê geştek hat lidarxistin.

Di çarçoveya geştê de pêşî serdana mewziyên Çiyayê Burseyayê hat kirin. Di dema ku digel hêzên polîsên herêmî rêportaj dihat kirin, endamên PYD/PKKya rêxistina terorê gulabarîna tacîzê kir. Di bûyerê de tevî ku tiştek bi kesî nehat, lastîkê wesayita bi tîpa kobrayê ya hêzên ewlekariyê, ku mêvan diparastin teqiya.

Endamên çapemeniyê kurtedemekê tirsê wan girt û pe re hêzên ewlekariyê wan spart pişt wesayitên zirxdar ên din.
Piştî van bûyeran rojnamevanên ku bi wesayitên zirxdar ji herêmê hatin derxistin gihiştin navenda bajarê Ezazê.
Piştî wêngirtina dibistan, nexweşxane û kampên navenda bajêr, rojnamevan vegeriyan Tirkiyeyê.

Di vê navberê de malbateke 5 kesî ku ji rojavayê Ezazê vedigeriyan mala xwe, ji ber gulebarîna tacîzê maweyekê hatin rawestandin. Piştî parastina asayişa derdorê îzin dan malbatê ku herin.
- "Rojnamevan jî pê hesiyan"
Midûrê Giştî yê BYEGMê Mehmet Akarca di daxuyaniya xwe ji bo nûçegihanê AAyê de anî ziman ku hinek endamên çapemeniyê li welatên xwe li odeyên xwe yê germ rûniştî derbarê operasyonê nivîsên curbicur dinivîsin.

Akarca destnîşan kir ku tenê rojnamevanên li xeta sînor ev tişt dane berçavê xwe û hatine vêderê û got, "Rojnamevanên li vêderê, ew mirovin ku şert û mercên herêmê baş dizanin. Dema ku me li vêderê wêne digrtin em rûbirûyê gulebarîna tacîzê bûn. Mûşek avêrin, nîşangiran teqe kirin."