21 Adar 2018•Rojanekirin: 22 Adar 2018
ANKARA
Li navenda navçeya Efrînê ku di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê de ji PYD/PKKya rêxistina terorê hat paqijkirin, teqemeniyên ku terorîstan dema revê xefikandibûn, tên îmhakirin.

Piştî ku navenda navçeya Efrînê ji aliyê Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad a Sûriyeyê ve hat kontrolkirin, li herêmê xebatên lêgerînên mayin û teqemeniyên destî (EYP) berdewam in.

Di lêgerînên ser rêyan ên ji aliyê endamên Artêşa Trikiyeyê ve, li kerta başûrê navçeyê di 3 rojên dawîn de 46 mayin û EYP hatin tesbîtkirin û bi awayekî kontroldar hatin îmhakirin.
Di lêgerînên berdewam de sûd ji seyên dedektor tê wergirtin.