Türkan Tosun
17 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 18 Berfanbar 2019
Hat tesbîtkirin ji 4 terorîstên li dorbera Dêrika navçeya Mêrdînê hatin berterefkirin yek Servet Demirê di kategoriya tirûncî da ye.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Navxweyî da hat gotin di çarçoveya operasyonên ewlehiya navxweyî da tîmên Tevgera Taybet a Cendirmeyan û tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr li Dêrika navçeya Mêrdînê operasyonek kirin û 4 terorîst bi çekên xwe va hatin berterefkirin.
Hat gotin di operasyonê da ji 4 terorîstên hatin berterefkirin yek Servet Demirê di kategoriya tirûncî da bû û bi xelata heta milyonek lireyî lê digeriyan.
Wezaretê daxuyand navê Demir ê kod "Karker Deştî" ye û ew qaşo berpirsyarê Eyaleta GAP-Riha-Feratê bû.