29 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 30 Tîrmeh 2019
Wezareta Karên Navxweyî daxuyand terorîstê navê wî di lîsteya yên ji ber terorê li wan digerin û di kategoriya gewr da bû û bi 300 hezar lire xelat va lê digeriyan hat girtin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Navxweyî da hat gotin terorîstekî navê wî di lîsteya yên ji ber terorê li wan digerin da bû û di kategoriya gewr da bi 300 hezar lire xelat va lê digeriyan li Erziromê hat girtin.
Hat gotin terorîst failê kuştina Savci Kuçukê Endamê Meclisa Şaredariya Qereyaziya Erziromê ya AK Partiyê û xwarziyê wî Ahmet Kuçuk e.
Savci Kuçukê Endamê Meclisa Şaredariya Qereyaziya Erziromê ya AK Partiyê û xwarziyê wî Ahmet Kuçuk di 18ê Hezîrana 2019an da li Qereyaziya navçeya Erziromê di navbera taxa Turnagol û Anitliyê hundirê wesayîteke terkirî da kuştî hatibûn dîtin.