13 Gulan 2016•Rojanekirin: 15 Gulan 2016
DIYARBAKIR
Li taxa Sarikamişa Sûra navçeya Sûrê do êvarê bi wesaîta bombebarkirî êrîş hat kirin û di êrîşê da 4 kes mirin û 2 jê giran 22 kes jî birîndar bûn.
- Tesîra teqînê piştî ku ro derket eşkere bû
Tesîr û bandora teqîna li taxa Sarikamişê piştî ku ro derket eşkere bû. Ji ber teqînê li ciyê bûyerê çaleke ku 20 mêtro fireh û 4 mêtro kûr çêbû û di gelek mal û wesaîtan da jî xisar çêbû.