13 Gulan 2016•Rojanekirin: 14 Gulan 2016
ANKARA
Di operasyona der barê lêpirsîna KPSSya 2010an da ku navend Enqere ye û li 35 bajaran di heman demê da hat kirin, ji 100 kesên ku der heqê wan da biryara binçavkirinê hebû 22 yê wan jin bi tevahî 73 kes hatin girtin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê sitand, ekîbên midûriyeta şaxên Têkoşîna Dijî Malî û yên Sûcên Organîze yên Midûriyeta Ewlekariya Enqereyê bi telîmata Bûroya Sûcên ku Dijî Pergala Qanûna Bingehîn Hatine Kirin a Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê va piştî xebatên ku 2 salan ber xwe dan ji bo derdestkirina şikbarên ku tevahî an jî nêzîkî tevahiyê pirsên KPSS bersivandine cara 7an operasyon kirin.
Îro destê sibê li 35 bajarên ku di nav da Enqere, Stenbol, Îzmir, Kocaelî, Bursa, Samsun, Diyarbekir, Mêrsin, Zonguldax, Balu û Şanliurfa hene operasyona hemdem hat kirin û polêsên Şaxa Sûcên Organîze û Malî yên Enqereyê di operasyonan da ji 100 kesên ku der heqê wan da biryara binçavkirinê hene 73 kes derdest kirin.
Hat ragihandin ku di nav kesên derdestkirîn da A.B. ya amojina rojnemavan Mehmet Baransuyê ku bi hinceta "kumpasê" ya di doza Balyozê da girtî ye jî heye. Hat diyarkirin ku 15 kes li Enqereyê 11 kes jî li Stenbolê hatin derdestkirin.
Hat ragihandin ku piraniya şikbarên ku tevahiyê 120 pirsan rast bersivandine an jî ji 100î zêdetir bersivên rast dane mamostetiyê dikin. Hat ragihandin ku di nav şikbaran da jinên polês, dadger û serbazan jî hene. Hat destnîşankirin ku di nav derdestkiriyan da 2 kes xebatkarên TRTyê ne, kesên ku ji rayedarên payebilind ê Rêxistina Terorê ya Fetulahî/Rêxistina Dewleta Berwarî (FETO/PDY) ne û dereqanûnî pirs bi dest xistine di lêpirsina pêşiyê da ji welêt revîne.
Hat ragihandin ku kesên li dervayî Enqereyê hatine binçavkirin ew ê di nav rojê da bînin Midûriyeta Ewlekariya Enqereyê, di çarçoveya lêpirsînê da hejmara binçavkiriyan ew ê zêde be.