13 Gulan 2016•Rojanekirin: 14 Gulan 2016
ÎSTANBUL
Di çarçoveya jêpirsîna der barê êrîşa terorî ya ku li Sancaktepeyê hat lidarxistin û 5 jê esker 8 kes birîndar bûn da Î.Îyê ku tê îdiakirin wesayîta bombebarkirî bir û ji dûr ve bi kumandayê teqand jî di nav de 8 kes hatin binçavkirin.
Li gor agahiyên ku hatin hildan ekîbên Midûriyeta Şaxa Îstixbaratê û yên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Bi Terorê re ya Midûriyeta Ewlehiyê ya Stenbolê piştî êrîşa terorî duh bi şev bi hevdemî girtin ser 70 navnîşanî.
Di operasyonê de 8 kesên ku tê îdiakirin endamên PKKya rêxistina terorê ne hatin binçavkirin. Hat hînbûn ku Î.Îyê tê îdiakirin wesayîta bombebarkirî bir cihê bûyerê û ji dûr va bi kumandayê teqand jî di nav de 8 kesên hatin binçavkirî da ye.