ELAZIG (AA) - Serokê Giştî yê Partiya Azadî û Mafan (HAK-PAR) Kemal Burkay daxuyanî da nûçegîhanî AAye û got ku tevgera siyaseta kurd ne bi rengekî tenê ye. Partiyên cur be cur yên legal û nelegal hene. Eger ev pirsgirêk dê were çareserkirin divê bi hemû aliyan re hevdîtin pêk bê. Divê bi rewşenbîrên kurd re hevdîtin pêk bê û ya herî girîng jî ev e ku dîvê li ser mafên Kurdan yên bingehîn nîqaş neyê kirin. Burkay ji bo vekirina şaxa partiyê xwe ya navçeya Kovana Elazigê çû Elazigê. Burkay ji nûçegîhanî AAyê re nirxandînek li ser pêvajoya çareseriyê kir. Burkay, dest nîşan kir ku pisgirêka kurd ji sed salî vir de heye û çareserkirina vê, her ku di ser re dem derbas bûye, hêj zor bûye. Çareserkirina pirsgirêkên ev qas mezin di gavekê de nabe. Bidestxistina aştî û çareseriyê ne hêsan e.
Burkay di daxuyaniya xwe de li ser vekişîna PKKê û pêvajoya çareseriyê jî wiha got: "Me destpêkirina pêvajoya çareseriyê erênî dît û piştgirî da. Hikûmetê di çarçoveya aştiyê de ji PKKê xwest ku çekan dayne û vekişe derveyî sînoran. Ev gavek erênî ye lê bele bi tena serê xwe ji bo çareserkirinê têrê nake. Çareserî û aştî çi ye? Bi gelekî re hevhatin e. Di serî de bi naskirina mafên wan pêkan dibe. Pirsgirêka Kurd bi çi awayî derket holê? Ji ber ku mafên kurdan nehatin nasîn, çareseriyeka demokratîk û adil nehat dîtin û li ser vê kurdan heqê xwe xwastin lê belê pergalê bi zextan, dayîna mafên wan asteng kir. Ji vê pevçûn û pirsgirêk derketin û bi vî şiklî hat vê rojê."
Serokê HAK-PARê Burkay li ser destûra nu jî sekinî û got: "Pêdîvî bidestûreke demokratîk û nû heye. Tirkiyê hê jî bi destûra rejîma 12ê Îlonê tê birêvebirin. Divê demildest ev destûr ji holê were rakirin û şûna wê destûreke nû bê çêkirin. Ji bona vê ji divê çareserkirina pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk were avakirin."
Burkay li ser xebatên destûra nû jî pêşniyara xwe diyar kir û got: "Sê daxwazên me yên ku em dibêjin li destûrê de cih bigirin hene. Nasnameya kurd, perwerdehiya bi zimanê dayik û hêmanê rêvebiriya di cih de. Lê belê dîve evna werin pratîzekirin."
Burkay, li ser vekişîna PKKyê ji fikrên xwe anî ziman û wiha pê de çû: "Divê PKK zêde egle nebe û hêzên xwe bikişîne derveyî sînoran. Divê hikûmet ji li benda vekişîna PKKeyiyê herî dawî nesekine û gavên pêwîst biavêje. Ez ji berê de wiha dibêjim: Ji bo çareserkirina pirsê, çi gav pêwîst e bê qeyd û şert divê were avêtin. Di rewşek wisan de, ne li hundir ne ji li derve tu qiymeta kesên bi çek namîne. Eger mirov maf û azadiyên xwe bidestxin, ne dîn û har in ku derkevin çiyan. Ev polîtîkayên bi niyeta baş, di jiyanê de cih bigirin tu kes li çiya namîne.