Tirkiye ji bo hilbijartina endamên Parlementoya Heyama 26an diçe ser sandiqê.
Bi tevahî 175 hezar û 6 sandiqên bên danîn û ji wan 358ê wê li girtîgehan bin û 54 milyon û 49 hezar û 940 hilbijêrê rayên xwe biavêjin.
Di hilbijartinê da 16 partiyê têkevin pêşbaziyê. AK Partî, Partiya Tirkiyeya Serbixwe, Partiya Yekîtiya Mezin, Partiya Gel a Komarê, Partiya Demokrat, Partiya Çepgir a Demokrat, Partiya Demokratîk a Gelan, Partiya Komînêst, Partiya Milet, Partiya Tevgera Neteweparêz, Partiya Saadetê li tevahiyê welêt, Partiya Wetanê û Partiya Xilasbûna Gel li 85, Partiya Azadî û Mafan li 78, Partiya Rêya Rast li 67, Partiya Demokrata Lîberal li 61 herêman ewê beşdarî hilbijartinê bibin. Li tevahiyê Tirkiyeyê 21 parlementerên serbixwe yê têkevin hilbijartinê.
- Saetên dengdayînê
Di 1ê mijdarê roja yekşemê di saet 08.00an da dengdayînê dest pê bike û di saet 17.00an da jî bi dawî be. Lê belê li gor biryara LHPyê Adiyaman, Agirî, Artwîn, Bîngol, Bidlîs, Diyarbekir, Elezîz, Ezircan, Erzirom, Gazîenteb, Gîresun, Gumuşxane, Hekarî, Qers, Meletye, Qehremanmaraş, Mêrdîn, Mûş, Ordî, Rîze, Sêrt, Sewas, Trabzon, Tûncelî, Şanliurfa, Wan, Bayburt, Batman, Şirnex, Erdexan, Îdir û Kilîsê û girtîgehên ku li van bajaran in dengdayînê di saet 07.00an da dest pê bike û di saet 16.00î da jî bi dawî be.
Dema ku saeta temambûna rayavêtinê were û hin kes ji bo dengdayînê hê di dorê da bin, serokê lijneya sandiqê ew ê hilbijêran bijmêre û nasnameya wan ji wan bistînê paşê rayê bide avêtin. Kesên ku piştî saeta ku LHPyê eşkere kiriye bên nikarin dengê xwe bidin.
Hilbijêrên ku belgeya agahiya hilbijêrtiyê di destê wan da tunebin jî dikarin raya xwe biavêjin. Kesên ku belgeya wan tune û di kitukê da navê wan hebin ewê nasnameya xwe nîşan bidin û raya xwe biavêjin.
Divê di destê hilbijêrên ku diçin ser sandiqê da nasnameya Komara Tirkiyeyê ya ku li ser nimreya nasnameyê heye, paseport, cizdanê zewacê, belgeya leşkeriyê, belgeya ajokariyê, karta nasnameya ku didin endamên daraza payebilind, dadger û dozgeriyê, belgeya bi wêne ya ku ji notêrê hatiye tesdîqkirin hebe. Hilbijêrê ku di destê wî da ji van nasnameyan yek hebe ewê dengê xwe bidin, wek mayîn nikarin raya xwe biavêjin.
Sandiqên li Adiyaman, Agirî, Artwîn, Bîngol, Bidlîs, Diyarbekir, Elezîz, Ezircan, Erzirom, Gazîenteb, Gîresun, Gumuşxane, Hekarî, Qers, Meletye, Qehremanmaraş, Mêrdîn, Mûş, Ordî, Rîze, Sêrt, Sewas, Trabzon, Tûncelî, Şanliurfa, Wan, Bayburt, Batman, Şirnex, Erdexan, Îdir û Kilîsê û girtîgehên ku li van bajaran beriya saet 16.00an, li bajarên din jî beriya 17.00an neyên vekirin.
- Dengdayîna li dervayê welêt temam bû
Ji bo hilbijêrên li dervayê welêt li 113 nûnertiyên 54 welatan sandiq hatibûn danîn û hilbijêran di 8ê cotmehê da dest bi degdayînê kir û dengdayîn di 25ê cotmehê da temam bibû. Kuryeyên dîplomatîk rayên ku li dervayê welêt hatibûn avêtin bi teyareyan anîn Tirkiyeyê. Rayên ku hatin ewê li Saziya LHByê bên veşartin û êvara 1ê cotmehê piştî rayavêtina li Tirkiyeyê temam bibe ewê bên jimartin.
- Li gumrikan dengdayîn dewam dike
Welatiyên di kituka dervayê welêt da qeydkirî ne di 8ê cotmehê da li deriyên gumrikê dest bi rayavêtinê kirin û li van deran dengdayînê hetanî 1ê mijdarê saet 17.00an dewam bike.
Gumrikên ku lê dengdayîn dewam dike ev in: Gumrikên bejayê yên Sarp, Kapıkule, Îpsala, Hamzabeylî, Dîlucu, Derekoyê û gumrikên balafirgehan yên Şakirpaşa, Esenboga, Antalya, Eskîşehir, Elezîz, Gazîenteb, Hatay, Ataturk, Sabîha Gokçen, Adnan Menderes, Erkîlet, Konya, Dalaman, Bodrum-Mîlas, Samsun, Trabzon û Zonguldakê û gumrikên behrê yên Kuşadasî, Ayvalik, Îzmir, Derînce, Mêrsin, Taşucu, Bodrum û Samsunê.
Li gor giştînameya Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (LHB) a bo Hilbijartina Giştî ya Parlementeriyê ya Heyama 26an ku bi avakirina lijneyên sandiqan ra eleqedar e, raye û wezifeyên wan eşkere dike sandiq wê li eywan û derên fireh ên dibistanan (dibistanên taybet û fêrgehên taybet jî di nav da) ku ji bo vê yekê musaît in bên danîn.
Ji bilî hêzên ewlekariyê yên ku ji bo ewlehiya hilbijartinê hatine wezifedarkirin tu kesekî din yên bi cil û bergên fermî jî di nav da wê nikaribin bikevin cihên ku sandiq lê ne.
Muşahidên ku li ser sandiqan cî bigirin divê ji kar û barên raya giştî nehatibin dûrxistin û aqilbalix bin, kesên xwedî van taybetiyan nebin dema bên tespîtkirin wê ji ser sandiqan bên dûrxistin.
Giştînameya kar û barên lijneya sandiqê diyar dike ku berpirsyariya ewlehiya sandiqê li ser milê serokê sandiqê ye. Divê Lijneya Sandiqê saetek beriya dengdayînê bên cihê xwe û sond bixwin, piştî ku muameleyên fermî jî bi dawî bûn wê demê pêvajoya dengdayînê dest pê dike.
Her hilbijêrên ku di lîsteya erêkirî ya sandiqê da cih digirin xwediyê rayeya rayavêtinê ne.