31 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 31 Cotmeh 2015
SÎNA
Ajansa Rêhewayê ya Rûsyayê, ragihand ku îrtibata bi balafira şirketa rûs a bi navê Kolaviayê (Metrojet) ku tîpa wê Airbus-320 e, li texma Nîvgirava Sînayê qut bû.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku balafira bi nimroya 9268 ku sefera Şarm El Şêx û St. Petersburgê dikir, piştî ku rabû 23 deqîqe bi şunda ji radarê derket.
Hat destnîşankirin ku di balafirê da piraniya wan tûrîstên rûs herî kêm 217 rêwî hebûn.