Parlementerê HDPyê yê Diyarbekirê Altan Tan der barê tezkereyên Iraq û Sûriyeyê de wiha got: "Tirkiye nizane ku çi dike û dikeve Rojhilata Navîn."
Tan li Meclisê civîna çapemeniyê li dar xist û got ku wê îro tezkere ji bo dengdayînê bên Meclisê û wiha dewam kir: "Tezkereya Iraq û Sûriyeyê ji yên berê berfihtir in. Di nav tezkereyan de him midaxeleya derveyî sînor, him herêma tampon heye. Bi tezkereyan leşkerên biyanî wê baregehên Tirkiyeyê bi kar bînin û wê derbasî Tirkiyeyê bibin."
Tan di berdewamiyê de wiha axivî: "Tirkiye nizane ku çi dike û dikeve Rojhilata Navîn. Tu yê li dijî DÎŞIyê, PYDyê, partiya Beasê ya li Şamê, rêveberiya şiî ya li Iraqê şer bikî û operasyonan li dar bixî? Te şûrê xwe û kişand û ketî Rojhilata Navîn, tu yê çi bikî? Wekî dagirker bimînî jî divê projeyeke te hebe. Tezkere me ber bi alozî û tevliheviyê ve dibe."