Erdogan di axaftina xwe de destnîşan kir ku em xwe ji bo mîladeke nû amade dikin, derbasî heyameke nû dibin û wiha got: "Ez ji nava gel têm û me xizmetên mezin ji bo gel kir. Niha jî di qadeke din de, di heyameke din de em ê li cem gelê Tokatê bin."
Serokwezîr Erdogan destnîşan kir ku meqama Serokomariyê ne "meqama monşeran e" û bi vî awayî Tirkiye nayê îdarekirin û wiha axivî: "Ev xîretê û sewdayê dixwaze. Ev derd û sewda nebe em nikarin tiştekê bidin dewlet û milet. Derdê me heye, sewdaya me heye."
- "Her roj heqaret û niheqiyê dikin"
Erdogan di axaftina xwe de wiha dewam kir: "Niha tu li serokên mixalefetê dinhêrî, her roj çêrî serokwezîr dikin. Her roj heqaret û niheqiyê dikin. Derdê wan çi ye? Ez bêjim, ji namzedên xwe re gotin, 'tu kubar be, yê dinê ji me re bihêle. Em ê serokwezîr hêrs bikin.' Belê, ji Pensilvanyayê şîretên wiha girtin."