MERSÎN
Li navçeya Akdenîza Mêrsînê trêna rêwiyan û mînîbuseke serwîsê ya ku karkeran dikişand, li hev qelibîn. Li gor agahiyên ewil di qezayê de 9 kes mirin.
Li gor agahiyan li navçeya Akdenîza Mêrsînê trêneke ku makînîstê wê ne diyar e, li nêzîkî rawestgeha Taşkentê bi mînîbuseke ku karkerên fabrîqeya herêma Pîşesaziyê ya Organîze dikişand li hev qelîbîn.
Midûrê Ewlekariyê yê Mêrsînê Hasan Huseyîn Bahar daxuyand ku li gor lêkolînên ewil di qezayê de 9 mirin.
Gelekî ambulans û tîmên xilaskirinê çûn cihê qezayê.