ANKARA
Li gor salnameya hilbijartinê ji 20ê adarê heta 29ê adarê saet 18.00an serbestiya propagandayê di bin kontrol û çavdêriya lijneyên hilbijartinê yên navçeyan de ye.
Di nav vê demê (20 û 29ê adarê) de nivîskî, devkî û dîtbarî lêkolînên raya giştî, weşandina anketan, referandûmên hilbijartinê dê qedexe be.
Serbestiya propagandaya hilbijartinê di 20ê adarê de dest pê dike û heta beriya roja dengdayînê dê di propagandayan de qedexe be ku qala xizmetên saziyên dewletê were kirin û vekirinên giştî û merasim werin lidarxistin.
Serokwezîr, wezîr û parlementer dê nikaribin di nav welêt de di propagandaya hilbijartinê de wesaîtên dewletê û yên fermî bi kar bînin. Dayîna xwarin û serdanên fermî qedexe ye. Di gerên ji bo hilbijartinan de serokwezîr, wezîr û parlementer dê nikaribin memûran bi xwe re bigerînin.