ANKARA
Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu bû mêvanê Maseya Edîtoran a AAyê û bersiva pirsên derbarê rojevê de da. Davutoglu ji hemû gelên Iraqê re silavên xwe şand û got ku "Daxwaza me ew e ku hemû ıraqî di pêvajoya siyasî de cî bigirin."
Davutoglu pirsa " Hûn bûyerên ku li Iraqê diqewimin bi taybetî pevçûnên li Fellûceyê yên di navbera Hêzên Artêşa Iraqê û komên çekdar de devam dikin çawa dinirxînin?" bersivand û wiha got: " Em silavên xwe ji vir ji hemû gelên Iraqê re dişînin. Tabî ki rûdanên li Iraqê dibin sedemê fikaran. Mixabin ku gelê Iraqê bi dehan sal êş û keserek mezin kişiya"
Davutoglu bal kişand heyama ku piştî Sedem Huseyin, şerê Îran û Iraqê, şerê Korfezê û piştî ku Amerîka ji Iraqê vekişiya. Davutogklu got dil dixwast ku li Iraqê heyameke nû ya ku vîna gel ya bi hêz nîşan dide, ji cudahiya etnîk û mezhebî bêtir li ser xîmên welatîtiyê tê avakirin, dest pê bike.
Wezîr Davutoglu anî ziman ku lê mixabin rûdanên ku diqewimin vê yekê nîşan nadin û bereksê vê yekê bi zêdebûna qeyrana li Sûriyeyê re her ku diçe li wir jî rageşî zêde dibe. Davutoglu li ser bûyerên ku ev çend hefte nin li Iraqê diqewimin jî sekinî û got ku ji ber wan bûyeran gelek bi fikar in. Davutoglu wiha axivî: "Ji bo ku em bikarin rêyek jê re bibînin hewldanên dîplomatîk didin. Berê her tiştê têkoşîna bi el - Qaîde û komên wek alîgirên şîdetê yên li Fellûce, Ramadî û hemû herêmê tê dayîn, têkoşîneke şiî û suniyan nîne. Eşîrên suniyan yên li wir jî li hember wan têdikoşin"
Davutoglu diyar kir ku her dem piştgiriyê didin gelê Iraqê û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Em her dem piştgiriyê didin gelê Iraqê. Daxwaza me ew e ku hemû iraqî di pêvajoya siyasî de cî bigirin. Di vê çarçoveyê de di serî de Ahmed el- Alvanî, binçavkirina siyasetmedaran jî me dixe nav fikaran. Bi van binçavkirinan qada siyaseta sivîl teng dibe û endamên terorê derfet dibînin ku bêtir aktîf bin"
Davutoglu bal kişand serdena xwe ya Bexda, Necef û Kerbelayê û wiha pê de çû: "Min her dem destnîşan kir armanca me ya sereke ew e ku em dixwazin provakasyonên ku di navbera şiî û suniyan de yên ku dibin sedema ragêşiyê ji holê rakin. Armanca me ya duyemîn jî ew e ku bi taybetî komên sunî yên ku niha wek mexdûr xuya dikin jî, beşdarê sîstemê bikin. Daxwaza me ew e ku hilbijartinên Iraqê yên di 30yê nîsanê di nav pêvajoyeke siyasî ya ku şiî, sunî, kurd, ereb, tirkmen hemû iraqî di nav de cî digirin de, bên kirin. Bila vîna gel bê nîşandan. Bila tu kes derveyî vê pêvajoyê nemîne. Ez bi bawer im ku dema her kes beşdarî vê pêvjoyê bû, dê rêxistinên terorê derfet nebînin ku aktîf bin."