Di encama êrîşên ku DÎŞIyê bir ser Kobanêyê de li rojhilatê navçeyê gelek avahî xisar dîtin.
Tîma Anadolu Agencyê (AA) do êvarê dîmenên pevçûnên li herêmê kişand. DÎŞIyê bi topên hewanê êrîşî herêmê kir û di encama êrîşan de gelek avahî xisar dîtin.
Çavkaniyên herêmî jî destnîşan kirin ku di êrîşan de kesek mir û 3 kes jî birîndar bûn. Îro jî bi topên hewanê êrîş hat kirin û di maleke ku hilweşiya de 4 kes birîndar bûn.
Ji hêla din ve kurdên Sûriyeyê yên ku malên xwe terikandin û xwe sipartin Tirkiyeyê, cardin ji Deriyê Sînor ê Murşîdpinarê derbasî Kobanêyê dibin. Yên ku tên Kobanêyê hin eşya û wesaîtên xwe dibin û dîsa derbasî Tirkiyeyê dibin.