DIYARBAKIR
Ji bo nimêja înê 25 deqîqe navber dan pîrozbahiyên Newrozê yên li Diyarbekirê. Hin welatiyan li qada vala ya nêzikî Qada Newrozê nimêj kir.
Şahiyên li Parka Newroza li navçeya Baglarayê dewam dikin. Malbatan li cem wesayitên xwe nîvrokî sofre raxist û firavîn xwar. Zarok di hewa paqij û xweş de leyistin û kêf kirin.
Nimêja înê hat kirin
Ji ber Newroza li Diyarbekirê îsal roja înê hat pîrozkirin, komîteya amadehiyên Newrozê ji bo nimêja înê 25 deqîqe navber da pîrozbahiyan. Li qada vala ya 500 mîtro dûrî Qada Newrozê welatiyan ji bo nimêjê amadehî kir. Hin welatiyan bi ava şûşeyên naylon destnimêj girt.
Berî nimêjê xutbe kurdî hat xwendin. Piştî nimêjê weşana muzîkê domandin.