17 Adar 2016•Rojanekirin: 18 Adar 2016
ANKARA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu di serdana xwe ya li Konfederasyona Sinaetkar û Esnafan a Tirkiyeyê da pirsên rojnamevanan bersivand.
Serokwezîr Davutoglu li ser pirsa der heqê destnedayînê da wiha got: "Werin em bi hevdu ra destnedayînê rabikin. Yanê em di navbera partiyan da cudahiyê nekin, niha li Meclîsê 506 fezlekeyên destnedayînê hene. Werin em hemûyan bi hevdu ra rabikin. Dosyeyeke AK Partiyê ya ku jê şerm û fedî bike tuneye. Em natirsin."
Davutoglu xeberdana xwe wiha dewam kir: "Em ê niha bibînin, li hemberî van zirtên sexte, wê helwesteke çawa nîşan bidin? Lê belê divê ev fezleke Meclisê jî meşxûl nekin. Di rûniştinekê da em ê biqedînin û hew. Ez ê heta êvarê li benda bersivan bim. Li gorî bersivan em ê jî helwesta xwe nîşan bidin. Ew çi bersivê bidin bila bidin, em ê vê bibin Meclisê û em ê helwesta wan jî bibînin."
Serokwezîr Davutoglu di axaftina xwe da wiha got: "Daxwaza me ji welatiyên me ew e ku bira li dijî psîkolojiya ku teror dixwaze çêbe, ber xwe bidin. Teror dixwaze ku em dev jê berdin, em ê ji wan ra bêjin 'em dev jê bernadin'. Teror dixwaze ku jiyana me ya rojane biguherîne, em ê ji wan ra bêjin 'em naguherînin'. Teror dixwaze ku kaosê derxe, em ê bêjin 'em destûrê nadin ku kaos derkeve', em ê bi hev ra bêjin. Di vê mijarê da bi tenê îradeya hikûmet û dewletê na ji me ra îradeya civakê lazim e."
Davutoglu destnîşan kir ku divê gel û dewlet li dora heman armancê bicive û wiha got: "Tevdîra herî mezin ew e ku gel û dewlet li dor heman hedefê bicivin û hevdu bigrin. Gel li dewleta xwe û welatê xwe bawer bike. Dewlet jî bi gelê xwe ve li hember vê bisekine. Ewlehî di vê çarçoveyê de bi azadiyan ve zexm dibe. Em bibiryar, bi awayekî ku tesîrê li ser jiyana rojane a welatiyên me neke tevdîran berfireh hildidin û em ê hildin jî."
Serokwezîr Davutoglu diyar kir ku bila gel bi xwe bawer be û wiha peyivî: "Divê gelê me ji xwe bawer be, li welat û bajarê xwe xwedî derkeve û teslimî rewşa ku teror dixwaze nebe. Em ê bibêjin 'Em bi hev ra ne û li vir in. Ne tenê hikûmet wek gel jî em li vir in. Em ê li vir bin û welatê xwe biparêzin.' Dema em vê îradeyê nîşan bidin em ê terorê mehkûm bikin."
Serokwezîr Davutoglu wiha got: "Di heyameke wiha de heke hê jî hin kesên ku diçin şîna terorîstan hebin wê hesabê vê bidin. Li tu derekê dinyayê parlementerekî ku diçe şîna terorîstan tuneye û partiyeke siyasî ya ku vê yekê diparêze jî tuneye û nabe."
Davutoglu der barê Makezagonê da wiha got: "Bi lêzêdekirina maddeyeke demkî li Makezagonê, ka bi yek carê, parêzbendiya bi hemî fezlekeyan eleqedar ku nuha hatine meclisê, em rakin."