Sevim Hatun
25 Îlon 2016•Rojanekirin: 27 Îlon 2016
DİYARBAKIR
Berdevk û Endamê Meclisa Koma AK Partiyê ya Şaredariya Mezin a Diyarbekirê Ahmet Fîkret Ocal derheqê wezîfedarikirinên ku Wezareta Karên Derva li gor Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê kirin da wiha got: "Dibe ku ew hatibin hilbijartin, lê ev yek mafê kirina sûc nade hilbijartiyan. Divê hemû meqamên ku îradeya millî temsîl dikin li gor rê û rêbazên hiqûqê tevbigerin."
Ocal ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku ew di civîna Meclisê ya Şaredariya Mezin a Diyarbekirê ya 19 îlonê da derbarê wezîfedarikirinên li şaredariyan hatin kirin da axivî û axaftina wî ya di wê civînê da kir hat berevajîkirin.
Ocal got ku wî bi gotinên wekî "xespkirina îradeya milî" zêhniyeta derbeker îşaret dikir û wiha dewam kir:
"Li Tirkiyeyê şoreşa 1960î, derbeya 12ê Îlonê, muhtiraya 1971ê, pêvajoya 27ê sibatê, e-muxtiraya 27ê nîsanê qewimî. Tirkiye niha jî ji pêvajoya hewla derbeyê ya 15 temûzê derbas dibe. Hemû alî jî bi vê dizanin. Dibe ku ew hatibin hilbijartin lê ev yek mafê sûckirinê nade wan. Divê hemû meqamên ku îradeya milî temsîl dikin li gor rê û rêbazên hiqûqê tevbigerin."