Berdevkê Serokomariyê Kalin: "Birêz Serokomarê me îro piştî ku bi hevtaya xwe ya Myanmarê ra axivî, destûr dan ku cara ewil ji heyetên biyanî rayedarên TÎKAyê yên li Myanmarê têkevin herêmê û hezar ton amûrên alîkariyê li gel belav bikin."
Haydar Şahin
05 Îlon 2017•Rojanekirin: 06 Îlon 2017
Ankara
ANKARA
Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin piştî peywendiya telefonî ya di navbera Serokomar Recep Tayyip Erdogan û Wezîra Karê Derva û Rawêjkara Myanmarê Ang San Suu Çîîyê, ragihand ku cara ewil ji heyetên biyanî rayedarên TÎKAyê yên li Myanmarê têkevin herêmê û hezar ton amûrên alîkariyê li gel belav bikin."
Kalin derbarê axaftina îro ya Erdogan û Suu Çîiyê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Kalin di daxuyaniyê de got, "Birêz Serokomarê me îro piştî ku bi rawêjkara Myanmarê ra axivî, destûr dan ku cara ewil ji heyetên biyanî rayedarên TÎKAyê yên li Myanmarê têkevin herêmê û hezar ton amûrên alîkariyê li gel belav bikin."
Kalin destnîşan kir ku tê plankirin bi hevkariya Hikûmeta Eyaleta Rakhaynê alîkariya bigihînin bi sedan kesên ku li Maungtaw û Buthi Taunga herêma bakurê Rakhaynê di encama êrîşê de ji cih û warê xwe bûne.
Berdevk Kalin anî ziman ku parta yekem a alîkariyê ji melzemeyên xurekî yên sereke weke birinc, masiyên hişkkirî û cilûbergan pêk tê.