Türkan Tosun
24 Nîsan 2017•Rojanekirin: 25 Nîsan 2017
ANKARA
Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin, der barê gotinên dijî Erdogan û Tirkiyeyê yên li Ewropayê tên gotin de ragihand ku, "Emê tu caran destûrê nedin ku ev cure gotin normal bên qebûlkirin û bên gotin. Lewra ev, ji bo tiştên din jî çêbibin hewldanek e. Ev ne analîzên siyasî ne, ev ne şîrove ne, wek perçeyên planeke din ev mijar tên rojevê. Li ser navê demokrasiyê, îradeya neteweyî, exlaq û wijdanê çi ji destê me tê emê bikin ku bila ev tevgerên faşîzan normal û meşrû neyên dîtin. Emê hemû derfetên xwe seferber bikin û destûrê nedin ku ev cure gotin bên gotin."
Kalin, li Kulliyeya Serokomariyê civîna çapemeniyê li dar xist û der barê rojevê de nirxandin kirin.
Kalin, der barê gotinên dijî Erdogan û Tirkiyeyê yên li Ewropayê tên gotin de nirxandina xwe wiha kir: "Emê tu caran destûrê nedin ku ev cure gotin normal bên qebûlkirin û bên gotin. Lewra ev, ji bo tiştên din jî çêbibin hewldanek e. Ev ne analîzên siyasî ne, ev ne şîrove ne, wek perçeyên planeke din ev mijar tên rojevê. Li ser navê demokrasiyê, îradeya neteweyî, exlaq û wijdanê çi ji destê me tê emê bikin ku bila ev tevgerên faşîzan normal û meşrû neyên dîtin. Emê hemû derfetên xwe seferber bikin û destûrê nedin ku ev cure gotin bên gotin."
Li ser meseleya ermeniyan jî Kalin behsa peyama Serokomar Erdogan kir û wiha agahî dan: "Îro birêz Serokomarê me peyamek ji Patrîkxaneya Ermenî ra şand. Brêz cîgirpatrîk Aram Ateşyan jî di dema ayînê da ev peyam bi welatiyên me yên ermenî yên li dêrê amade ra parve kir. Me timî îfade kir ku em wekî 'êşeke hevpar û hafizeyeke adil' li hedîseyên ku wekî Bûyerên 1915an tên zanîn, mêze dikin. Dîsa di vê çarçoveyê da ez dixwazim ji peyama Serokomarê me hevokekê bi we ra parve bikim; Tirk û ermenî ku du civakên qedîm ên herêmê ne û hezar salî li ser vê axê bi hev ra jiyane, dîrok û çandeke hevpar bi hev ra parve kirine. Civaka ermenî çi di Împaratoriya Osmanî da û çi jî di Komara me ya ku emrê wê digehîje sed salî da gelek ewladên biqîmet perwerde kirine ku bi kêrî pêşketina welatê me hatine. Mîna duhê îro jî ermenî welatiyên me yên azad û wekhev in û di hemû şaxên jiyana me ya sosyal, siyasî û bazirganiyê da cih digirin."
Berdevkê Serokomariyê Kalin, dengdayîna roja sêşemê ya li Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropayê der barê Tirkiyê de jî wiha şîrove kir:
"Digel evqas hewldanên me yên hevkariyê em dibînin ku li hemberî welatê me hin derûdorên bimeqsed hewldanên siyasî didin. Di mizakereyên îro û duhê da li Lijneya Giştî ya MPKEyê em dibînin ku hin derûdor dîsa mijara 'jinûva kontrolkirin'ê tînin rojevê. Ev operasyoneke siyasî ye. Ji hêla rastiyên objektîf ên li Tirkiyeyê û rabirdoya peywendiyên Tirkiye û Konseya Ewropayê va tu bingeheke vê yekê tune ku were îzahkirin, meşrûkirin û duristkirin."