ÎSTANBÛL
Ebdurehman Begê Peşawerî li Hindistanê ji malbeteke dewlemend tê û di 26 saliya xwe de cil û bergên xwe û kitêbên xwe difiroşe û bêyî malabata xwe ji bo ku alîkariya misilmanan bike di 1921an de tê Stenbolê û wek xebatkarê ewil ê Anadolu Agencyê (AA) dikeve qeydên AAyê.
Peşawerî di damezirandina ajansê de cih digire û bi taybetî di dema xebata xwe de qetlîamên ku artêşa yewnanan ên ku li Anadoluyê dike ji raya giştî ya Ewropayê re radigihîne.
Li gor nûçeya Mucahît Arslanê ku di hejmara dawîn a Kovara Dîrok û Çandê a Yedîkitayê de derket de Ebdurehman Begê Peşawerî, bi navê xwe yê din Ebdurehman Samdanî di 1886an de li Hindistanê li paytexta Peşawera Eyaleta Haybet-Peştûnyayê hatiye dinyayê.
Peşawerî kurê Gulam Samdanî ye, Samdanî muteahîdekî dewlemend bû û di sala 1880an de ji Keşmîrê koçî Peşawerê kiriye. Peşawerî wek 12 zarokên din ên malbatê perwerdeyeke baş dîtiye û dibistana seretayî û navîn li Peşawerê temam kiriye û ji bo lîseyê jî li Hindistanê çûye Dibistana Taybet a Alîgarhê.
Peşawerî dîroka Osmanî xwendiye û ji ber hezkirina wî ya ji bo tirkan jî xwîşk û birayên wî jê re digotin "Lalayê Tirk" yanê "Kekê Tirk."
Piştî ku Şerê Balkanan a 1emîn dest pê kir, xwendekarên kolejê di pêşengiya Peşawerî de ji pereyê xwarinê birîn û dan "Fona Alîkariya Tirkan a Cemiyeta Hîlalî Ehmer." Ebdurehman Peşawerî alîkarî kir û gel jî piştgiriyeke mezin da.
Peşawerî wek xebatkarê ewil ê AAyê ket qeydan û di dema xebata xwe de qetlîamên ku artêşa yewnanan ên ku li Anadoluyê dike ji raya giştî ya Ewropayê re radigihîne.
Mucahît Arslan di nivîsa xwe de destnîşan dike ku Halîde Edîp Adivara ku yek ji damezrênera AAyê ye di bîranîn xwe de dibêje ku Peşawerî gelek zimanan dizane û li buroya yekem a ajansê li avahiya Dibistana Ziraetê bi hev re xebitîne û tiştên ku Adivarê gotiye Peşawerî derbasî daktîloyê kiriye.
Peşawerî di têkoşîna neteweyî de xebatên mezin kiriye û di 1920an de li ser navê TBMMyê bi navê "Fewqelade Murahhas" wek Balyozê Tirk ê yekemîn çûye Efganistanê.
Peşawerî piştî rêwîtiya 4 meh û nîvekê çû Kabûlê û Qral Emanullah Xan jê re qesrek tehsîs kir.
Malbata Peşawerî dibihîze ku wek balyoz hatiye Kabûlê jê re name dişînin ku vegere, lê ji malbata xwe ya ku 10 sal e nedîtiye re dibêje "Welatê min dagirkirî ye, ez zilamekî azad im û nayêm axa ku di bin dagirkeriya Îngilistanê de ye."
Diya wî ji Peşawerî tê Kabûlê da ku kurê xwe qane bike, lê Peşawerî ji diya xwe re wiha dibêje, "Dayê, heta ku Anadolu dagirkirî be ez nazivirim."
Peşawerî di sala 1922an de wezîfeya xwe dide Fexreddîn Paşa û dizivire Stenbolê û li ba Rauf Orbay dest bi wezîfeyê dike. Peşawerî di 21ê Gulana 1925an de dema ku bi şev dixwaze ji Beşiktaşê biçe mala xwe ya li Nîşantaşiyê ji hêla 3 kesên ne diyar ve bi demançeyê tê birîndarkirin.
Peşawerî piştî vê êrîşê felç dibe û di 30yê Hezîrana 1925an de dimire û mezelê wî li Goristana Maçkayê ye.
Mirina Peşawerî li Hindistanê deng veda û navê wî li odeya wî ya li wargeha Koleja Alîgarhê danîn. Di sala 1933an de Raûf Orbay li ser vexwendina Ensarî dema ku diçe Hindistanê diçe serdana odeya wî û kitabeyekê datîne odeya Peşawerî.
Ji bilî vê li Zanîngeha Peşawerê di pêşbirkên di nav dibistanan de ji bo wî Kupaya Raûf-Rehman hat dayîn.