Anadolu Agency (AA) di salvegera xwe ya 94emîn de di 6ê nîsanê de dest bi weşana nûçeyên bi zimanê fransî dike.
AA di 3yê sibatê de dest bi weşana testê kir û dê di 6ê nîsanê de jî dest bi weşanê bike. Navenda weşana fransî li Tûnisê ye.
Armanca AAyê ew e ku bi çarçoveya "Vîzyona Sala 100emîn" ve bi 11 zimanan ve weşana nûçeyan bike. Ji ber vê jî ajans weşana xwe ya pirzimanî didomîne û bi tirkî, ingilizî, erebî, bhs (boşnakî, hirvatî, sirbî), rûsî û kurdî weşanê dike. Niha dê ji bilî van bi projeya zimanê fransî ve bi 7 zimanan aboneyên xwe re xizmeta weşanê bike.
Di 6ê nîsanê de AA li Tûnisê dê dest bi weşana fransî bike. Di serî de li Tunis, Cezayîr, Fas, Misir, Senegal, Nîjerya, Fransa, Belçîka û welatên din yên ku bi fransî diaxivin dê weşanê bike.
- Dê bibe dengê Afrîkayê
AA dê bi weşana xwe ya fransî ve geşedanên herêma Afrîkayê ya ku bi zimanê fransî diaxivin bi zimanên tirkî, erebî, ingilizî, rûsî, kurdî û boşnakî bigihîne medyaya dinyayê.
Serwîsa nûçeyên fransî bi sernavên polîtîka, aborî, werziş, tûrîzm, jiyan, çand-hunerê rûdanên Tirkiye û dinyayê bi weşana fransî dê nûçeyên bi wêne û bi dîmen belavî dinyayê bike.
Ji bilî van, armanca AAyê bi weşana fransî ew e ku derfetên veberhênanên Afrîkayê, geşedanên herêmê yên polîtîk û veberhênanên karsazan ên tirk bişopîne û bigihîne dinyayê.
Bi weşana fransî AA dê li Dakara paytexta Senegalê, Parîs û Brûkselê ofîsan vebike. AA û nûçegihanên ku serbest dixebitin dê li Burkîno Faso, Qiraxên Diranê Fîlê, Gîne, Afrîkaya Navîn, Malî, Gabon, Madagaskar û Giravên Komorê herêmê re hevkariyê bikin.
Nêzîkî çar meha ye ku amadehî dewam dikin. AAyê piştî serlêdanên saziyên medyayê yên Afrîkayê û daxwazên herêmê biryar da ku vê xebatê bide destpêkirin û AAyê li Tûnisê ofîs vekir. Xebatên ji bo ku li Dakarê jî ofîs vekin didome.
Ji bo serwîsa nûçeyên fransî nêzîkî 300 kesî serî li ofîsa Tûnis û Midûritiya Giştî ya AAyê ya Enqereyê dan. Ji nav van kesan rojnamevanên ku hatin hilbijartin di Akademiya Nûçeyan a AAyê de dê bên perwerdekirin.
Bi weşana fransî zimanê weşanê yê AAyê derdikeve 7an.
Nûçe, wêne û dîmenên fransî dê li ser malpera AAyê bi zimanê fransî bigihêje mirovan. Bi Pergala Şandina Nûçeyan (HAS) ve jî dê heta demekê ji saziyên medyayê re belaş bêne dayîn. Pişt re dê pergala abonetiyê dest pê bike.
- Nûçegihaniya rast û bêalî
AAyê bi weşana fransî dê hem rûdanên Tirkiyeyê yên siyasî û aboriyê ku girîng in û herêmê eleqedar dikin biweşîne û hem jî bûyerên Afrîkayê bi awayekî rast û bêalî bigihîne Tirkiyeyê.
Anadolu Agency li ser rê û rêgeza "Ewledar, bêalî, exlaqî û bilez" tevdigere û dê bi weşana xwe ya fransî ve jî beşdarî medyaya Afrîkayê bibe.