Ji kesên ku bo girtin, cih eşkerekirin û nav diyarkirina gûmanbarên di nav çarçoveya Qanûna Têkoşîna bi Terorê de ne alîkariyê bikin re wê xelat bê dayîn.
Rêziknameya Wezareta Karên Navxweyî ya di çarçoveya Qanûna Têkoşîna bi Terorê ya bi jimara 3713yan di Rojnameya Fermî de hat weşandin.
Ji bo girtina gûmanbarên ku di çarçoveya vê qanûnê de cih digirin zêde bibe wê ji kesên ku nav, cih û bo girtina kesê berpirsyar alîkarî bidin re wê xelat bê dayîn.
Di çarçoveya vê qanûnê de kiryarên ev qanûn wan eleqedar dike wan ji bo kesên ku tevlî heman sûcan nebûne û bo girtin, eşkerekirina nav û cihê wan alîkarî bidin re wê xelat bê dayîn.
Komîsyona xelat dayînê wê ji endamên Serokatiya Alîkariya Misteşariya Karên Navxweyî, Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê û Fermandariya Giştî ya Cendermeyan ve wê bên eşkerekirin.
Li gor rêziknameyê agahiyên ku bên dayîn divê di çarçoveya Qanûna bi jimara 3713yan de cih bigire û ew kesê ku îxbar kiriye divê esker û polês nebe. Bi vî awayî gûndparêz jî wê bikaribin ji vê rêziknameya xelatê îstifade bikin.
Şert nîne ku kesê îxbarê bike welatiyê Tirkiyeyê be lê şert e ku ji bo îxbara xwe xelat xwestibe. Mîqdara xelatê jî wê ji hêla komîsyonê ve bê eşkerekirin û pereyê ku bê dayîn herî zêde wê 200 hezar lîre be.
Lê dema ku îxbar der heqê rêveberekî payebilind ê rêxistina terorê de be kirin, wê demê mîqdara xelatê jî bi pêşniyaza komîsyonê ve bi destê Wezareta Karên Navxweyî ve heta 20 qatî dikare bê zêdekirin.
Nasnameya kesên ku îxbarê bikin û xelatê heq bikin jî wê bi tu awayî neyê eşkerekirin.