KARS
Navenda xweşiqitandinê ya Sariqamîşê li Tirkiyeyê zehf girîng e. Li Sariqamîşê xizangên hespan ji bo tûrîzmê dixebitînin. Ji bo ku hesp neşiqitin bi nalên zivistanê nal dikin.
Welatî li navenda navçeyê bi xizangên hespan diçin tên û li Bayraktepeya navenda xweşiqitandinê jî pê digerin. Welatî havînê jî bi hespan bar dikşînin.
Xwediyê xizangan ji bo ku zivistanê tûrîstan li daristanê bigerînin xwe amade dikin. Ji bo hesp neşiqitin nalên havînê ji hespan dikişînin û nalbend hespan bi nalên çengel yên zivistanê nal dikin.
Bulent Gogdaşê xwediyê xizangê û him jî nalbendiyê dike daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji bo amadehiyên zivistanê dixebitin û nalên hespan diguherin.
Gogdaş got ku li hewşa mala xwe hem hespên xwe hem jî hespên gundiyan nal dike û wiha got:
Îsal li herêma me zehf berf ket. Gava ku zivistan tê û berf dikeve em nalên hespan diguherin. Em nalên zivistanê ji meqesên erebeyan ên ji pola didin çêkirinê da ku hesp li ser berf û cemedê neşiqitin."