İbrahim Atmaca
13 Adar 2019•Rojanekirin: 14 Adar 2019
Li Sêrtê kesekî xwe ji cama wesayîta ku diçû ra daliqand û dîmena wê dema talûke hat kişandin.
Di wesayîta nîvticarî ya ku plaqeya wê 06 HVD 70 ye û ji aliyê navçeya Kurtalanê va ket navenda bajarê Sêrtê da kesekî di wesayîtê da xwe ji camê va daliqand û him xwe kir talûkeyê him jî asayîşa trafîkê kir talûkeyê.
Dîmena wî ji aliyê şofêrekî din va hat kişandin û di dîmenê da ew kes xwe ji camê ra derdixe û xarî erdê dike ku destê xwe bide xêzên rê.
Di averêya kolana Nîhat Aykut da ew kes Pergala Rêvebiriya Ewlehiya Bajêr ferq dike û xwe dixe hindurê wesayîtê.