02 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 03 Berfanbar 2015
CENEWRE
Nûnera Fona Alîkariya ji bo Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ya Sûriyeyê Hanaa Sîngerê di daxuyaniya xwe da diyar kir ku şert mercên şer jî hene lê belê li Sûriyeyê her roj êrîşî binesaziya cî û warên sivîlan ên ku pêdiviyên sereke ne, dikin".
Sîngerê negot ku kê bombe di ser binesaziya avê ya Xafsehê da barand û destnîşan kir ku tesîsa ku rojê 18 milyon metrekup av jê tê û avê ji 4 milyon gelê Helebê ra dibe hat teqandin, 3 milyon û nîv sûriyeyî bê av man.
Sînderê diyar kir ku hin ciyên binesaziya avê hatin temîrkirin lê belê milyonek û 400 hezar sûriyeyî hê nikarin ji xwe ra avê bibînin.