27 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 28 Berfanbar 2015
ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan got: "Ev zimanê nijadperest û şidetê ku rêvebiriya HDPê êdî bi kar tîne, ji demokrasî û yekîtiya me ra meydanê dixwîne" û wiha dewam kir: "Wek şantajê bikaranîna terorê ji demokrasiyê ra xizmetê nake. Ji sedî 10 rey hildane, kesên ku vê reyê ji Qendîlê ra bike cîro, wê îxanetê ji hilbijêrên xwe ra bike."
Akdogan li ser hesabê xwe yê Twîtterê der barê rêvebiriya HDPê û mijarên terorê da daxuyanî da.
Akdogan diyar kir, "Ev zimanê nijadperest û şidetê ku rêvebiriya HDPê êdî bi kar tîne, ji demokrasî û yekîtiya me ra meydanê dixwîne" û wiha dewam kir:
"Heke tezên cudakar ên PKKê ên salên 80yî bînin rojevê, zimanekî cudakar bi kar bînin, şidetê biparêzin, ev şaşiyeke mezin e.
Kesên ku hewl didin parêzertiya terorê bikin, agirê şidetê gur dikin. Helwesta ku Pêvajoya Çareseriyê sabote kir, niha jî siyaseta demokratîk jehrî dike.
Wek şantajê bikaranîna terorê ji demokrasiyê ra xizmetê nake. Ji sedî 10 rey hildane, kesên ku vê reyê ji Qendîlê ra bike cîro, wê îxanetê ji hilbijêrên xwe ra bike."