13 Nîsan 2016•Rojanekirin: 14 Nîsan 2016
HAKKARÎ
Endamên eşîra jîrkiyan ên ku li Hekariyê dijin, li hev civiyan û êrîşa rêxistina terorê ya li ser Tahir Adiyamanê nûnerê eşîra jîrkiyan şermezar kirin.
Li Beytuşşebaba navçeya Şirnexê endamên rêxistina terorê êrîşî Tahir Adiyaman kiribûn. Kesên ji vê eşîrê ne û li Çanakliya gundê Hekariyê dijîn ev êrîş şermezar kirin.
Rûspiyê eşîrê Hecî Mehmet Adiyaman bi kurmancî axivî û got ku ev êrîş ne bi tenê Tahir Adiyaman, bi hemû eşîrê hatiye kirin û ew ji ber vê pir bihêrs in.
Adiyaman got ku ew dikarin ji bo Tahir Adiyaman herin mirinê û wiha axivî: "Wî ev êrîş heq nekir. Wan li hember mezinê me bêedebiyek kir. Em wek eşîra jîrkî hemû bi hev re ne. Em ji dil û can li cem dewleta xwe ne. Wan bi tenê ji me re wisa nekirin, wan hemû kurd îmha kirin. Li Yuksekovayê feqîr û fuqare kirin muhacir, nehîştin ku ew lihêfekî jî hildin. Bi hezaran kurd perîşan kirin û li kuçe û kolanan hîştin. Li Silopiyê, li Cizîrê, li Diyarbekirê wan kurd îmha kirin, êdî dijminê hemû kurdan in. Neheqiyeke mezin li kurdan kirin. Ji vir pê ve bila neyên nekevin nav me. Em naxwazin ku ew bên bikevin nava me. Diçin ku bila herin."
- Bûyer
Tahir Adiyaman dema ji Ayvalika gundê Şirnexê diçû navçeya Beytuşşebabê li taxa Îkîncî Kopruyê, terorîstan bi çekên lûledirêj ve êrîşî wesayîta Adiyaman kiribû.
Adiyaman di êrîşê de ji lingê xwe birîndar bûbû. Ew rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Beytuşşebabê. Piştî tedawiya wî ya ewil ew bi firokeyê ve sewqî Nexweşxaneya Leşkerî ya Şirnexê kiribûn
Adiyaman di 7ê hezîrana 2015an de di hilbijartinên giştî de ji AK Partiyê rêza 3yemîn ji Şirnexê bûbû namzedê parlementeriyê.