04 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2016
DIYARBAKIR
Li Licêya navçeya Diyarbekirê terorîstên PKKyî êrîş li dar xistin, di êrîşê da 2 esker şehîd ketin, 3 esker birîndar bûn. Ji eskerên birîndar yek li nexweşxaneya lê dihat dermankirin şehîd ket.
Walîtiyê daxuyand ku li nêzî Qereqola Cendirmeyê ya Abaliyê ya li herêma Killihantepeyê, terorîstan êrîş bir ser eskerên ku parastina wesayitên di çêkirina baregehê da tên bikaranîn dikir. Di êrîşê da eskerek şehîd ket, ji 4 eskerên birîndar yek jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Eyyubî ku lê dihat dermankirin şehîd bû.
Tedawiya 3 eskerên birîndar dewam dike.
Operasyona ku piştî êrîşê li herêmê hat destpêkirin berdewam dike.