ÎSTANBÛL
Firat Ozçelîkê 36 salî yê ku bi bombeyên destan û guleyan êrîşî ser polêsên li ber derê Qesra Dolmabaxçeyê kir hat girtin.
Piştî ku muameleyên Ozçelîk li Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Terorê ya bi Midûriyeta Ewlehiya Stenbolê bi dawî bû ji bo kontrolkirinê şandin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Hasekiyê û ji wê derê jî derbasî Qesra Dadê ya Stenbolê kirin.
Dozger Îrfan Fîdan bi daxwaza girtinê îfadeyê Ozçelîk girt û sewqî dadgehê kir.
Hakimiya Cezayê Sûlhê ya 4emîn a Stenbolê ya Nobedar piştî jêpirsînê Firat Ozçelîk ji ber sûcên "êrîşa çekdarî", "endamê rêxistinê" û "li ser xwe madeyên teqemeniyê gerandin"ê girt.
Ozçelîk duh nêzîkî polêsên ku li ber Deriyê Saltanatê yê Qesra Dolmabahçeyê nobeta rêzgirtinê digirtin bûbû û bombeya destan avêtibû ser wan. Ji ber ku bombe neteqiyabû jî êrîşkar vê carê jî hewl dabû ku guleyan bibaranîne ser polêsan. Ozçelîk di wê demê de hatibû qefaltin.