Sevim Hatun
29 Adar 2017•Rojanekirin: 30 Adar 2017
İSTANBUL
Der heqê gumanbar Riza Çelîkê ku tê îdiakirin yek ji wan kesên êrîşa çekdar a li ser wesayita ku Evliya Çalikanê ji dozgerên Buroya Teror û Sûcên Rêkxistî yê Serdozgeriya Komarê ya Stebolê ye da kirine de ji ber sûcên wekê "teşebûsa rakirina pergala qanûna bingehîn", "kuştina bi qesit", "bêyî destûr li ser xwe çek gerandin" bi daxwaza cezayê hepsê, îdianame hat amadekirin.
Lêpirsîna derbarê êrîşa ser wesayita ku Evliya Çalikanê ji dozgerên Buroya Teror û Sûcên Rêkxistî yê Serdozgeriya Komarê ya Stebolê jî te dabû ya di 7ê kanûna 2016an de hat kirin de hatibû destpêkirin temam bû.
Di îdianameyê de hat îfadekirin ku êrîş ji aliyê 4 gumanbarên ku hêj zarok in ve hatiye kirin lê yê ku ji wan re çek temîn kiriye û telîmat daye wan pêdanker gumanbar Riza Ozçolake.
Di îdinameyê de hat diyarkirin ku gumanbar Ozçolak endamê DHKP/Cya rêxistina terorê ya çekdar e û ji bo wî sê caran cezayê muebbetê, ji ber sûcê "bêyî destûr li ser xwe çek gerandin" jî ji sal û nîvê heta 4 sal û nîvê cezayê hepsê hat xwestin.