ANKARA
Bulent Arinç beşdarî bernameya "Bayram Ozel"a ku bi zindî di qanala TRT Xeberê de hat weşandin bû. Arinç di bernameyê de hin daxuyanî dan û pirsan jî bersivand.
Bulent Arinç cejna hemû welatiyan pîroz kir û hêvî kir ku herkes bigihêje cejnên nû.
Arinç ji bo pêvajoya çareseriyê got: "Înşaellah pêla çareseriyê dê bi serfiraziyê biqede. Ji îro pê ve dê tu kes ji ber terorê can nede û ji terorê zirar nebîne. Li gor min ev rewş ji bo me mizgîniya herî baş a cejnê ye. Ez hêvî dikim ku êdî dawî li giriyên dayikan bê. Fikr û ramanên mirovan çiqas ji hev cuda dibe bila bibe, dê welatî bi biratî, hevaltî û aramî bi hevdu re bijîn."
Arinç diyar kir ku ji ber temenê xwe gelek cejn dîtiye, bavê xwe zû winda kiriye û cejnan jî zêdetir bi dayikên xwe re derbas kiriye. Arinç bi bîr xist ku 4 xwişk û bira ne, hemû jî li deverên cuda rûdinên. Lê di cejnê de hemû tên li bal dayika xwe û cejnê derbas dikin.
Arinc diyar kir ku dayîka wî, ji bo zarokên xwe yên ku tên cejna wê pîroz dikin ji berê de destmal, gore û şîrînahiyan amade dike. Arinç da zanîn ku dema zarok bûye wî jî weke zarokên din şekir û xerce kom kiriye.
Arinç dûpat kir ku piştî teqawîdbûyîna xwe dixwaze li Bursayê bi cih bibe.
Rewş û bûyerên ku li Sûrî û Misrê diqewin bi bîra Arinç hat xistin. Li ser vê Arinç jî got: "Bêguman di her axaftina xwe de em silav li wan dikin. Em jî dixwazin ku ew demildest ji xemgînî û pirsgirêkan xilas bibin. Misilman birayê misilmanan e. Dema ku striyek bikeve pêyê wî, serê me dêşê bi êşa wî. Em weke lebatê bedenekî ne. Tiştekî ku li wê derê diqewime li vê derê pê canê me jî diêşe. Ji bo ku ji vê zilmê bifilitin, em dia dikin. Me li Tirkiyê remezaneke aram derbas kir. Ew kesên ku li Misir, Afganistan, Pakistan, Myanmar, Bangledaş û gelek welatên din bûn remezaneke bombebarî, teqîn, girî û xwînî derbas kirin. Ji ber vê rewşê jî em pir xemgîn in.
Arinç diyar kir ku nimêja cejnê li Yalovayê kiriye û li wê dere gelek tûrîstên ji welatên erep hatine jî lê wê derê bûn. Arinç got: "Ew dilrihet bûn lê ji bo brayên xwe dia dikirin. Ez hêvî dikim ku li hemû alema Îslamê aramî û xweşiya weke li Bursa û Tirkiyê li hemû deran hebe.
Arinç ji bo siyasetmedaran jî gotineke pêşiyan "Jina Siyasetmedar jinebî ye, perê wan jî weke pûl e" bi bîr xist pirsgirêkên malbatî yên ku siyasetmedar pê re rû bi rû dimînin jî bi lêv kir.
Arinç ji bo pêvajoya çareseriyê got: "Înşaellah pêla çareseriyê dê bi serfiraziyê biqede. Ji îro pê ve dê tu kes ji ber terorê can nede û ji terorê zirar nebîne. Li gor min ev rewş ji bo me mizgîniya herî baş a cejnê ye. Ez hêvî dikim ku edî dawî li giriyên dayikan bê. Fikr û ramanên mirovan çiqas ji hev cuda dibe bila bibe, dê welatî bi biratî, hevaltî û aramî bi hevdu re bijîn.
Piştî pêla çareseriyê cinazeyê şehîdan nayê. Li welêt rewşeke weke cejnê heye.