06 Nîsan 2016•Rojanekirin: 07 Nîsan 2016
ANKARA
Serokê Lijneya Rêveberiyê û Midûrê Giştî yê Ajansa Anadoluyê (AA) Şenol Kazanci û heyeta bi pê ra bi minasebeta 96emîn salvegera damezirandina AAyê, Anitkabîr ziyaret kirin.
Kazanci digel amadeyên bi xwe ra di Rêya Bişêr da meşiyan û derbasî Mozoleya Ataturk bûn. Piştî ku Midûrê Giştî Kazanci çelenga ku navê Ajansa Anadoluyê li ser nivîsar bû, danî ser mozoleyê, çiksekna rêzgirtinê pêk hat.
Dû re heyeta di bin serokatiya Kazanci da li ser nerdewanan wêne dan kişandin û derbasî Qûleya Mîsaqê Milî bûn.
"Serokê Gewre Ataturk, Ajansa Anadoluya ku di 6ê Nîsana 1920an da damezirand da ku berxwedana pîroz û bişeref a Şerê me Rizgariyê ji hemû dinyayê ra rabigihînî, îro 96 salî ye. Ajansa Anadoluya ku êdî ne tenê dengê Anadoluyê, dengê hemû cografya û miletên mezlûm bi ezm û fîdakariyeke mezin radigihîne, xwedî biryar e ku vê peywira ku 96 sal berê ji miletê xwe wergirt, heya ku Komara Tirkiyeyê li ser piyan be, bidomîne. Bi vê wesîleyê em hemû şehîdên xwe yên ku çûne ebediyetê pîroz dikin."