ÎSTANBUL
Anadolu Agencyê (AA) di Fûara Kitêban a CRNyê da ku "Şirîkê Ragihandinê yê Global" e, standa xwe vekir û di standê da almanakên xwe difiroşe.
Fûara Kitêban a CRNyê ya duyemîn li Yeşîlkoyê dest pê kir.
AA jî piştgiriya medyayê dide fûarê û di fûarê da stand vekir û di standê da almanakên xwe yên 2014an difiroşe. Di standê da li gor mijara fûarê "Wêneyên Çanakkaleyê yên ji arşîwa AAyê" tên nîşandan.
Digel vê di fûarê da pêşangeha bi navê "Bi Wêneyên AAyê Sala 2014an" heye.
Ziyaretvanan eleqeyeke mezin nîşanî standa AAyê da.
Fûara Kitêban a CRNyê ku AA "Şirîkê Ragihandinê yê Global" e wê heta 8ê adarê dewam bike.