Mişawirtiya Hiqûqê ya Anadolu Agencyê (AA) der heqê îdiayên bêbingeh ên ku li dijî hiqûqê ne û der barê êrîşên ku li dijî mafê kesayetiya xebatkar, rêvebir û Midûrê Giştî yê AAyê yên ku dema hilbijartinê û piştî hilbijartinê hatin kirin de dest bi teşebusa hiqûqî kir. AAyê bi tevahî teşebusa 92 dozên hiqûqî kir.
Mişawirtiya Hiqûqê ya AAyê li ser êrîşa hin pêşkêşvanên bernameyan, siyasetmedaran, qunciknûsan, hin rojname û malperên înternetê yên ku roja hilbijartinê û piştî hilbijartinê bi rêya çapemeniyê ve li dijî mafê kesayetiya Anadolu Agencyê êrîş kirin de dest bi teşebusê kir.
Mişawirtiya Hiqûqê der heqê bikarînerên Twîtterê yên ku ji Mûdirê Giştî yê AAyê Kemal Ozturk û xebatkarên AAyê re îfadeyên nebaş gotin de û der heqê kesên ku li santrala AAyê geriyan û li ser xetê gotinên ku dikevin çarçoveya heqaretê serf kirin de gilîdar bû. Mişawirî li gorî madeya 125emîn a TCKyê dixwaze ku ev kesên sûcdar di çarçoveya cezaya "heqaret"ê de bên darizandin.
Mişawirtiya AAyê ji ber hin tevgerên rojnameya Tarafê der barê rojnameya Tarafê de jî gilîdar bû. Hat gotin ku rojnameya Tarafê beriya hilbijartinê hewl daye ku nirxa markaya ajansa me daxîne û zirarê bide xebatên aborî û rûmeta ajansa me. Ji ber van sedeman me banga gilîdariyê kir û li gorî madeya 54emîn û 55emîn ên Qanûna Bazirganiya Tirk ji ber reqabeta bêmaf, me doza tezmînata madî û menewî ya ku 15 hezar lîre ye vekir.
Xeynî van, der barê êrîşên sîber ên ku roja hilbijartinê li dijî AAyê pêk hatin jî amadehiya hiqûqî didome.