Mihrîcana navdar a bi navê "Vîsa pour I'Image' di dinyayê de mîhrîcana herî girîng a wêneyên nûçeyan tê qebûlkirin. Nûçegîhanên wêneyan, ajansên nûçeyan, rojname û kovar beşdarî vê mihrîcanê dibin.
Mihrîcana ku di navbera 1 û 7 îlonê de li Perpîgnana bajarê Fransayê dê bê lidarxistin, ji sala 1989an vir ve tê li dar xistin û her sal hema hema 150 hezar kes vê festîvalê ziyaret dikin. AA cara ewil e ku dê beşdarî vê mihrîcanê bibe.
Alîkarê Midûrê Giştî Yilmaz Yaman, Rêvebirê Nûçeyên Dîtbarî Ahmet Sel û şaxa bazarkariyê dê bi hev re beşdarî mihrîcanê bin. Tê texmînkirin ku Serokê Lijneya Rêvebiriyê yê AAyê û Midûrê Giştî Kemal Ozturk jî dê festîvalê ziyaret bike.
AA dê beşdarî hin çalakiyên nûçegihanên wêneyan ên navneteweyî pêşkeş dikin bibe. Di mîhrîcanê de AA jî hîn wêneyên xwe yên li welatên ku şer heye hatine kişandin dê bi projeksiyonê ve nîşan bide.
Malpera AAyê ya bi navê "Andolu Images" ya wêneyan dê bê nasandin.
Mihrîcan dê mehekî dewam bike û welatî dê bikaribin ziyaret bikin.