SARAYBOSNA
Anadolu Agency (AA) ji bo ku di dinyayê de têkeve nav 5 ajansên sereke xebatên xwe didomîne û li gor vê armancê niha jî bi zimanê arnawitî dest bi weşana ceribandinê kir.
Armanca AAyê ew e ku di salvegera 100 saliya damezrandina xwe de bi 11 zimanî weşanê bike. AA ji xêncî tirkî bi kurdî, ingilîzî, erebî, BHS (boşnaqî, xirwatî, sirbî,) rûsî û fransî weşanê dike û niha jî dest bi weşana bi arnawitî dike. AAyê bi vê weşanê ve xeberên xwe bigihîne arnawitên li Arnawitîstanê, Kosovayê, Makedonyayê, Qeredaxê, Sirbistan û Bosna Hersekê, DYAyê, YEyê û Tirkiyeyê.
AA xebatên xwe yên ji bo weşana arnawitî didomîne û armanca wê ew e ku di 1ê cotmehê de dest bi weşana fermî bike.
- Armanc ew e ku dengê arnawitan bigihînin hemû dinyayê
Weşana arnawitiyê di bin banê Rêveberiya Nûçeyan a Ewropayê de be û serwêsê nûçeyên der heqê siyaset, aborî, werziş, tûrîzm, jiyan, çand û hûnerê de xeberan çêke. Serwêsê nûçeyên der barê arnawitan de çêke û ew nûçeyên bi zimanên tirkî, kurdî, erebî, ingilîzî, rûsî, fransî û boşnakî jî bên weşandin. Armanc ew e ku ev serwês di rojê de 45 nûçe, 50 wêne û 5 dîmenan biweşîne. Nûçeyên ku bi arnawitê bên çêkirin dê malpera AAyê de bên weşandin. Nûçe, wêne û dîmenên ji bo aboneyan li ser sîstema weşandina nûçeyan (HAS) jî bên weşandin.
Serokê Lijneya Rêveberiyê û Gerînendeyê Gişkî yê AAyê Kemal Ozturk di daxuyaniya xwe de diyar kir ku AA ji bo kurdî dinyayê de têkeve nav 5 ajansên sereke gavên xwe diavêje û wiha got: "AA niha di nav 10 ajansên sereke yên dinyayê de ye. Ez gava ku diçim cihekî ku li wir qala guherînên AAyê dikin ez zehf kêfxweş dibim. Em li Rojhilata Navîn ajansa herî pêşketî ne. Nûçe, wêne û dîmenên herî zêde, herî girîng em digihînin dinyayê. Me li Balkanan heta niha bi boşnakî weşan dikir bi arnawitê vê em ê li herêmê hê jî xurt bibin."
Ozturk destnîşan kir ku ji bo armancên 2020an niha li derveyî welêt bi 57 nûnertiyan ve li 80 welêtî dixebitin. Ozturk diyar kir ku niha bi zimanên tirkî, kurdî, erebî, ingilîzî, rûsî, fransî û boşnakî weşanê dikin û ew ê bi arnawitî ve hejmara zimana derxin 8an û wiha axivî: "Projeya ajansa me ya bi arnawitê gelekî girîng e. Vê gavê li Balkanan bingeha me heye, em ê bi arnawitî ve vê bingeha xwe hê jî xurt bikin. Weşana me ya arnawitê yê bi kêrî şahî, aştî û ragihandina gelên li herêmê bê."