ANKARA
Ajansa Anadoliyê dixwaze ku bibe ajanseke navneteweyî û di 11 zimanên cuda de weşanê bike. Ji ber vê yekê di 11ê îlona 2013an de jî dê bi zimanê kurdî weşana xwe bide destpêkirin. Di vê çarçoveyê de xebatkarên ku dê di servîsa kurdî de bi zaravayê kurmancî weşanê bikin û nûçeyan binivîsin perwerdehiyê dibînin.
Serokê Lijneya Birêvebiriyê û Midurê Giştî yê AAyê Kemal Ozturk dersa "Rojnamegeriya Navneteweyî" da berendamên rojnamegeriya kurdî. Ozturk da zanîn ku ew gelek girîngiyê didin weşana kurdî û her wiha got ku di pêvajoya çareseriyê de servîsa kurdî ya ku dê damezre peywireke gelek krîtîk hildigire li ser milê xwe.
Ozturkê ku li ser hêmanên AAyê rawestiya, da zanîn ku bawerî ji bo me sermaya herî mezin e. Misyona me dayîna nûçeya herî rast e. Çapemeniya navnetewî reqîbê AAyê ye. Em Tirkiyê temsîl dikin û tîmeke serkeftî ne. Ev sektor hesûdiya serkeftinê dike. Ger hûn serkeftî bin, hûn ê bên rexnekirin. Ger hûn bitirsin reqîbên we dê we têk bibin.
Ozturk da zanîn ku di vê ajansê de nûçegihan û birêvebirên tirk, ereb, boşnak, kurd wek malbatekê bi hev re ne û wiha pê de çû:
"Em zarokê heman împaratoriyê ne. Di vê saziyê de germahiya malbatekê heye. Em girîngiyê nadin serkeftina şexsî, em girîngiyê didin serfîraziya komelî."
-Ji pisporan perwerdeya kurdî
Di dersên Akademiya Nûçeyan ya AAyê de ku berdewam in, mamosteyên kurdî li ser wergêrî û rêbazên nûçegihaniyê perwerdeyeke xurt didin. Cîgirê Rektorê Zanîngeha Mêrdînê Prof. Dr. Kadrî Yıldırım der barê rêziman û termînolojiyê de dest bi dersdayînê kir. Ji Zanîngeha Mûşê Doç Dr. Abdullah Kıran, akademîsyen Ayhan Tek û Mûrad Ciwan dersên giramer û nûçegihaniya kurdî didin.
"Projeyeke gelek girîng e."
Prof. Dr. Kadri Yıldırım da zanîn ku Projeya Nûçeyên Kurdî gelek girîng e û got ku dema min bihîst ajans bi nêt e ku projeyeke wiha pêk bîne, ez gelekî kêfxweş bûm. Ez şanaz im ku em vê tecrubeya xwe ya akademîk bi ajansê re parve dikim û her wiha ez carek din ajansê pîroz dikim.