AAya ku beriya îlana Komarê dest bi weşana bi zimanê fransî kiribû, ji îro pê ve cardin dest bi weşana zimanê fransî kir.
A di 1923an de ji bo dengê Tirkiyeyê bigihîne cîhanê bi zimanê fransî jî dest bi weşanê kiribû. Ajans di vîzyona xwe ya sala 100emîn de ji nû ve dest bi weşana fransî kir. Di heyama nû de armanca AAyê ew e ku bi zimanê 7em ve weşanê bike û dengê mexdûr û mezlûmên Afrîkayê bigihîne cîhanê.
Navenda weşana frensî li Tunisê ye. Di serî de li Tunis, Cezayîr, Fas, Misir, Senegal, Nîjerya, Fransa, Belçîka û welatên din yên ku bi frensî diaxivin dê weşanê bike. AA dê bi weşana xwe ya fransî ve geşedanên herêma Afrîkayê ya ku bi zimanê frensî diaxivin bi zimanên tirkî, erebî, îngilizî, rûsî, kurdî û boşnakî bigihîne medyaya dinyayê.
AAyê di 3yê sibatê de dest bi weşana ceribandinê kiribû. Serwîsa nûçeyên fransî bi sernavên polîtîka, aborî, werziş, tûrîzm, jiyan, çand-hunerê rûdanên Tirkiye û dinyayê bi weşana fransî dê nûçeyên bi wêne û bi dîmen belavî dinyayê bike.
Ji bilî van, armanca AAyê bi weşana frensî ew e ku derfetên veberhênanên Afrîkayê, geşedanên herêmê yên polîtîk û veberhênanên karsazan ên tirk bişopîne û bigihîne dinyayê.