AA ya ku di çarçoveya vîzyona sala xwe ya 100mîn de ji bo ku bibe yek ji mezintirîn 5 ajansên dinyayê bê navber xebatên xwe didomîne. AA bi peyamnerên xwe yên li 65 welatan ve rojê hezar û 850 nûçe, hezar û 500 wêne û 300 vîdeoyan digihîne aboneyên xwe.
Anadolu Agency a ku li gel nûçeyên tirkî bi nûçeyên îngîlîzî, erebî, BHS (Boşnakî, Xirvatkî, Sirpkî), rûsî û kurdî ve tesîra xwe li herêmeke fireh ava kir, dê di 6ê nîsanê de roja 94emîn salvegera damezirîna xwe de jî dest bî weşana zimanê fransî bike.
AA ya ku bi bernameya sertîfîkayê ya Akademiya Nûçeyan ve peyamnerên ji nifşa nû digihîne, îsal bernameya kameramaniyê, nûçegihaniya vejenê, nûçegihaniya şer a serdema 4an û nûçegihaniya mûltîmedyayê dê li dar bixe.
- Derketina fikra "ajansê"
Damezirîna Anadolu Agencyê teqabulê rojên dijwar ên berxedana neteweyî dike. Hin ronakbîrên têgihêştine ku piştî dagirkirinê stara li Stenbolê ne mimkûn e, hewl dane ku beşdarî berxwedana netewî bibîn.
Damezirîna AAyê di atmosfereke wiha de qewimiye. Yûnûs Nadî (Abalioglû) û Halîde Edîp (Adivar) 5 roj piştî dagirkirinê ji Stenbolê bi rê dikevin û di 31ê Adara 1920an de li Geyveyê hevdû dibînin û digihîjine qenaeteke hevpar ku çawa biçin Enqereyê dê ajansekê ava bikin. Yûnûs Nadî û Halîde Edîp ji bo navê ajansê ji vebijêrkên mîna "Tirk", "Enqere" û "Anadolu"yê li ser navê "Anadolu Agency"ê bi hev dikin.
- 94 sal berê hat damezirîn
Heyeta ku tê de Yûnûs Nadî û Halîde Edîp jî hebû roja 1ê nîsanê gihîşte Enqereyê. Bi gotina Nadî AA di 6ê nîsanê de hat ava kirin.
- Tamîma dîrokî
Bi tirkiya îroyîn ve tamîma der barê avakirina Anadolu Agencyê ya bi îmzeya Xazî Mistefa Kemal wiha ye:
"Navenda Saltanata Osmaniyan a ku dilê Îslamê ye ketiye bin dagirkeriya dijminan û ji ber vê jî hemû Rûmelî û Anadolu jî ketiye nava berxwedaneke mezin. Di heyameke wiha de pêwîstî pê çê bûye ku welatên misilman ji van qewimînan bi awayekî rast û durist agahdar bin. Ji ber van sedeman li vir di bin lijneyeke ku ji kesên herî pispor ve pêk tê saziyek (Anadolu Agency) hat lidarxistin."
- Prensîbên weşanê
Anadolu Agency a ku 94 sal e ku bê navber maratona nûçeyan dewam dike, bi rêgezên mîna "pêbawer, etîk, bêalî, lezgîn" ên nûçegihaniyê ve ber bi helwesta xwe ya sala 100emîn ve dimeşe.