RİYAD
Midûrê Giştî û Serokê Lijneya Rêveberiya AAyê Kemal Ozturk ji bo Kongreya Dinyayê ya Ajansên Nûçeyan a 4emîn li paytexta Rîyada Erebistana Siûdî ye. Ozturk li vir bi Serokê Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Erebistana Siûdî (SPA) Abdullah el-Huseyîn re peymana nûçeyan îmze kir.
Midûrê Giştî yê AAyê Kemal Ozturk û Serokê Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Erebistana Siûdî (SPA) Abdullah el-Huseyîn hatin ba hev û li ser hevkariya her du ajansan axivîn. Di hevdîtinê de hat diyar kirin ku hevkariya her du ajansan dê têkiliyên Tirkiye û Erebistana Siûdê pêşve bibe.
Serokê SPAyê el-Huseyîn kêfxweşiya xwe destnîşan kir ku bi ajanseke wekî AAyê re peymana hevkariyê îmze kirine. El-Huseyîn diyar kir ku têkiliyên wan ên bi AAyê re ji berê de didomin û wiha got: "Ev peyman him ji bo me û him jî ji bo Tirkiyeyê gelek girîng e. Ji bo ku têkiliyên her du dewletan pêşve biçe jî ev gaveke girîng e."
Midûrê Giştî û Serokê Lijneya Rêveberiya AAyê Kemal Ozturk jî kêfxweşiya xwe diyar kir û detsnîşan kir ku him Tirkiye û him jî Erebistana Siûdî ji bo herêmê du dewletên girîng in û wiha got: "Dostaniya her du dewletan gelek kevn e. Dê SPA nûçeyên me bigire û baş bikarbîne, em ê jî ji nûçeyên SPAyê geşedanên ku li Erebistana Siûdî diqewin bişopînin. Dê her du dewlet jî ji vê hevkariyê sûd wergirin."