AFYONKARAHÎSAR
Serokê Lijneya Rêveberiyê û Midûrê Giştî yê Anadolu Agencyê (AA) Kemal Ozturk diyar kir ku li Rojhilata Navîn herî zêde AA bi erebî nûçeyan çêdike û AFPyê, Reûtersê û APyê jî derbas kiriye. Ozturk destnîşan kir ku ji bo li dinyayê bikevin nav 5 ajansên herî mezin divê ji teknolojî, ragihandin û ji nûçegihaniyê sûd wergirin û berhemên nû saz bikin.
Ozturk di vekirina Civîna Plansaziyê ya 2014an a AAyê de axivî û xitabî rêvebirên AAyê û malbatên wan kir.
Ozturk destnîşan kir ku saleke din jî li paş xwe hiştine û gelekî pêşve çûne û li gorî sala ku hatine ser kar ji sedî 10 jî ajans mezin bûye û wiha got: "Me di nav du salan de bi 6 zimanan dest bi weşanê kir. Butçeya AAyê zehf nîne, lê malbateke wê ya mezin heye."
Ozturk diyar kir ku di vê serkeftinê de para malbatan jî heye û wiha got: "Înşaellah bibe nesîb ku em pêkhatina vîzyona 2020an bibînin."
-"Hemû unîte dê nîqaş bikin ku di sala 2014an de AAyeke çawa hêvî û daxwaz dikin"
Ozturk destnîşan kir ku di van civînan de dê hemû unîte nîqaş bikin û bînin ziman ku di sala 2014an AAyeke çawa dixwazin û hêvî dikin.
Ozturk diyar kir ku xebatkarên ku di nav şer de dixebitin di şert û mercên dijwar de karên xwe dikin û wiha got: "Mineta wan li ser me heye. Karê herî mezin li ser pişta wan e, di serkftinên AAyê de para herî mezin ya hevalên me yê ku li herêma Efrîqayê dixebitin e."
-"Li Balkan û Rojhilata Navîn em ajansa yekemîn in"
Ozturk diyar kir ku li Balkan û Kafkasyayê jî AA ajansa herî mezin e û wiha got: "Armanca me ew e ku wek ajansake herêmî em bibin yekem û li dinyayê jî bikevin nav 5 ajansên pêşîn."
-"Divê em nûçegihaniya analizê derxin pêş"
Ozturk di axaftina xwe de diyar kir ku divê em nûçegihaniya analîzê derxin pêş û wiha got: "Divê sernûçegihanên me ekîbên ku nûçegihaniya analîzê bikin derxin pêş."
-"Divê em berhemên resen derxin"
Ozturk destnîşan kir ku AAyê serwîsa erebî sal û nîvek berê ava kiriye, AFPyê jî 42 sal berê û wiha got: "Îro li Rojhilata Navîn herî zêde ajansa me bi erebî nûçeyan çêdike. Me AFPyê, Reûtersê û APyê jî derbas kir."
Ozturk bal kişand ser girîngiya mûltîmedyayê û diyar kir ku li Ewropayê mûltîmedya belav dibe. Ozturk diyar kir ku di vê mehê de dê berhemên mûltîmedyayê yên ku AAyê derxistiye bidin nasandin. Li Tirkiyeyê ev zêde nayê nasîn û di nav ajansan de cara yekem AA evê pêk tîne.
Endamê Lijneya Rêveberiya AAyê Prof. Dr. Nîhat Erdogmûş jî der barê rêveberiya komcivînê de agahî da û bal kişand ser sazkirina pêvajoyê.
Paşê jî dîrektoran dest bi komcivînan kirin. Di van civînan de dê dîrektor li ser sazkirina 2014an bisekinin.